Fatih Gazioğlu
07 Îlon 2018•Rojanekirin: 08 Îlon 2018
BASRA
Rayedarên Iraqî ji ber protestoyên li Besrayê Keştîgeha Umm Qesrê ya li başûrê welêt girtin.
Ji rêvebirên Departmana Gumrukê ya Keştîgeha Umm Qesrê Muhsin Radî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku heta bangeke nû ji deriyên keştîgehê ketin û derketin hat sekinandin.
Radî diyar kir ku ew ê ji bo vekirinê li gorî rewşa ewlehiyê paşê wê biryarekê bidin.
Ji aliyê din va Berdevkê Şirketên Keştîgehên Iraqê Enmar es-Safî jî got ku Kazim Fîncanê Wezîrê Ragihandinê ji çalakvanan daxwaz kiriye ku zirarê nedine "balafirgeh û keştîgehan". Safî got wezîr Fîncan gotiye ev çalakî û daxwaz meşrû ne lê divê çalakvan zirarê nedine avahiyên hikûmet û saziyên dewletê.
Ji sedî 80yî nefta Iraqê ji bîrên bajarê Besrayê tê derxistin lê li bajêr pirsgirêkên wekî çûyîna ceyranê, bêkarî, pirsgirêka avê û pêwîstiyên bingehîn rû dan û ji ber van kêmasiyan jî di 8ê Tîrmehê da çalakiyan dest pêkiribû.
Ji destpêka çalakiyan heta niha ji 20î zêdetir sivîl mirin û wezîfedarên ewlehiyê jî di nav da bi sedan kes jî birîndar bûn.