Fatih Gazioğlu
07 Îlon 2018•Rojanekirin: 08 Îlon 2018
WASHÎNGTON
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey der barê rewşa geşedanên li Îdlibê yên dawî da wiha got: "Li Îdlibê rewş gelekî bi tahlûke ye, gelek delîl ketine destê me ku li wê derê çekên kîmyayî tên amadekirin."
James Jeffrey li Washingtona paytexta Amerîkayê civîneke çapemeniyê li dar xist û geşedanên li Îdlibê diqewimin nirxandin.
- "Di pêşeroja Sûriyeyê da ciyê Esed tuneye"
Jefrrey got ku wî demeke nêzîk li Tirkiye, Îsraîl û Urdinê hin hevdîtin kirine û der barê rewşa Esed da jî axivî û wiha dewam kir: "Di pêşeroja Sûriyeyê da ciyê Esed wekî rêvebir tuneye, lê çûyîna Esed jî ne karê Amerîkayê ye."
Jeffrey li ser pirsa "Hûnê ji bo Îdlibê tu êrîşên esmanî wê bikin yan na" jî wiha bersiv da: "Amerîka heta DEAŞê bi temamî ji holê rabike wê li Sûriyeyê bimîne. Di vê meseleyê da Serok Trump jî eynî difikire."
Jeffrey diyar kir ku êdî li Sûriyeyê daxwaza wan ew e ku bi pêşengiya Neteweyiyên Yekbûyî (NY) pevajoyeke aştiyê dest pê bike. Jeffrey got ku eger rejima Sûriyeyê û Rûsya êrîş bike wê li herêmê rageşî çêbibe û tundî wê zêdetir be.
Jeffrey di navbera 1 û 4ê îlonê da Îsraîl, Urdin û Tirkiye ziyaret kiribû.