Serkan Kaya
28 Nîsan 2023•Rojanekirin: 28 Nîsan 2023
Li Sûdanê ji ber şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) da gelek welat ji bo welatiyên xwe yên li wê derê texliye bikin, xebatên xwe didomînin.
Tevî Tirkiyeyê, Amerîka, Çîn, Rûsya, Îngiltere, Fransa û Erebistana Siûdî jî di nav da ji 50yî zêdetir welat, welatiyên xwe ji bejayê derbasî Etiyopya û Misrê dikin, ji ser behrê ra jî ji Bendergeha Port Sûdanê ev kar tê meşandin û hin welat jî bi rêya hewayî merivên xwe ji welêt derdixin.
Li Balafirgeha Port Sûdanê jî ji welatên curbecur balafirên eskerî û yên rêwiyan datînin û welatiyên tên texliyekirin li wan siwar dibin û ji Sûdanê derdikevin.