NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mun got ku sala 2014an ji bo ku Filistîneke serbixwe were avakirin û Filistîn û Îsraîl mafên hevdu nas bikin, di nav aştî û ewlehiyê de bijîn dê bibe saleke girîng.
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di mijdara sala par de biryar dabû ku îsal dê bibe "Sala Piştevaniya bi Gelê Filistînî re ya 2014an." Rayedaran li NYyê bi merasimek ve dest bi çalakiyên salê kirin.
Ban Kî-mun peyameke nivîskî ji bo merasimê şand û wiha got: "Îsraîl ji sala 1967an vir de Filistînê dagir dike û ji bo ku ev dagirin bi dawî bibe û xwe bigihînin çareseriyeke du dewletî sala 2014an dê bibe saleke girîng. Wekî din ji bo ku Filistîneke serbixwe were avakirin û Filistîn û Îsraîl mafên hevdu nas bikin, di nav aştî û ewlehiyê de bijîn dê bibe saleke girîng."
Ban diyar kir ku divê serokên Filistîn û Îsraîlê ji bo çareseriyê îradeyeke siyasî û bi berpirsiyar û zelal pêk bînin, wê demê ew ê jî ji bo vê hemû piştgiriyan bidin xebatên ji bo çareseriyê.
Serokê Lijneya Giştî yê NYyê John Ashe di merasimê de axivî û destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku di sala 2014an de herdu alî hevdu fehm bikin, bi hev re biaxifin û ji bo çareseriyê rewşeke baş de bin.
Dema ku merasim dewam dikir, di hesabeke twitterê yê Balyozê Îsraîlê de peyamek hat weşandin. Balyoz Ron Posor di peyama xwe de derbarê "Sala Piştevaniya bi Gelê Filistînî re ya 2014an" a YNyê de digot ku "YN çerxa makîneya propagandaya Filistînê dizvirîne."