Elif Orhan
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin nirxandina "Tirkiye di çarçoveya berjewendiyên xwe yên neteweyî de ji bo ku ewlehiya xwe pêk bîne dê ji niha pê ve jî tevdîrên hewcedar bistîne. Di vê çarçoveyê de dijî rêxistinên terorê cî, wext û awayê wê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê diyarkirin her cure mafê midaxaleyê veşartî ye."
Berdevkê Serokomariyê Kalin da zanîn ku di daxuyaniya ku ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve ji bo hin şaxên çapemeniyê hat dayîn de agahiya "Bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê re avakirina Hêza Ewlehiya Sînorê Sûriyeyê û hewl didin ku perwerde bikin" hat parvekirin.
Kalin destnîşan kir şûan ku Amerîka dawî li piştgiriya ku bi hinceta "têkoşîna dijî DEAŞê" dide PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê bîne pêngavên mirov dixin fikarê yên ku vê rêxistina terorê meşrû dike û li herêmê mayînde bike diavêje û wiha axivî:
"Qebûlkirina vê rewşê mimkûn nîne. Wekî heta îri di heyama pêşiya me de jî Tirkiye dê di çarçoveya daxuyaniyên ku Birêz Serokomarê me dide de nav û şeklê wê çi dibe bila bibe dê têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê di nav sînorên xwe de û li derve bi biryardarî bidomîne. Tirkiye di çarçoveya berjewendiyên xwe yên neteweyî de ji bo ku ewlehiya xwe pêk bîne dê ji niha pê ve jî tevdîrên hewcedar bistîne. Di vê çarçoveyê de dijî rêxistinên terorê yên ku hedefên meşrû ne cî, wext û awayê wê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê diyarkirin her cure mafê midaxaleyê veşartî ye."