Abdullah Tel
21 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2019
Li Iraqê ji bo ku Serokomar Berhem Salih ji wezîfeyê bê ezilkirin ji 150 parlamenterî îmze hat berhevkirin.
Uday Awadê ku li Meclisa Iraqê Parlementerê Koma Sadîqunê ya di nav Koalîsyona Fetih Şiiyê da cih digire ji Dadgeha Bingehîn ra nivîs şand û ragihand ku Salih ji bo damezrandina hikûmetê di nav 15 rojan da namzedê koalîsyona herî mezin a li meclisê wezîfedar nekir û li gor destûra bingehîn sûc kir.
Di nivîsa ku îmzeya bi 150 parlementerî hat pêşkêşkirin da hat xwestin ku bila Serokomar Berhem Salih ji wezîfeyê bê dûrxistin.
Li gor destûra bingehîn a Iraqê Serokomar ji bo damezrandina hikûmetê divê di nav 15 rojan da wezîfeyê bida namzedekî lê namzedê hatibû pêşniyazkirin nehat wezîfedarkirin û ji ser qewl ra jî 2 roj derbas bûn.