ERBÎL
Hat ragihandin ku ji bo hilbijartinên parlementeran ya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) ji sedî 73 beşdarbûn çêbû. Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê Serbest Mustafa got gel eleqeyeke baş nîşanî hilbijartinê da.
Mistefa li Otêla Tangramê ya li Erbîlê civînek li dar xist û der barê hilbijartinê de agahî da. Mistefa anî ziman ku li herêma kurdan ji sedî 73 kes beşdarî hilbijartinê bûn û ev rêje li Erbîlê ji sedî 71.7, li Dihokê ji sedî 76.4, li Silêmaniyê jî ji sedî 73 bû.
Mistefa destnîşan kir ku li her sê bajaran bi temamî 42 hezar 896 nûnerên siyasî li cihên hilbijartinan wezîfe girtin û wiha got: " 5 hezar û 877 endamên saziyên civakî yên sivîl, 453 rojnamevan û 397 çavdêrên biyanî hilbijartin teqîb kirin. Mistefa anî ziman ku texmînên ku der barê encamên hilbijartinê de tên kirin ne rast in û divê tu kes guh nede van texmînan.
Mistefa bal kişand ser erizeya cihazên elektronîkî jî û got ev pirsgirêk li gelek welatan pêktên û ev tiştekî normal e.
Mistefa da zanîn ku hilbijartin di wextê xwe de dest pê kir û qediya û got: "Di encama niqaşan de bi tenê 2 kes birîndar bûn, tu kes nemir."