Hakan Çopur
19 Gulan 2025•Rojanekirin: 21 Gulan 2025
Hat ragihandin ku ji bo Joe Bidenê Serokê berê yê Amerîkayê teşxîsa qansêra prostatê ya wekî "agresîf" tê pênasekirin, hat dayîn.
Ji ofîsa Biden der heqê tenduristiya wî da daxuyaniya nivîskî hat parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo Biden teşxîsa qansêra prostatê ya ku wekî "agresîf" tê pênasekirin, hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hefteya çûyî ji ber semptomên îdrarê û dîtina noduleke prostatê, Biden ji hêla doktoran hat miayenekirin û di 16ê Gulanê roja Înê da jî jê ra teşxîsa qansêra prostatê hat dayîn.
Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin ku li gorî skora Gleasonê ya xuyaniya şaneyên qansêrê di navbera 1 û 10an da dipîve û dinirxîne, skora Biden derket 9an.
Bi raya giştî ra ew yek jî hat parvekirin ku Biden li ser vebijêrkên tedawiyê bi malbata xwe ra diaxive û di kurtemekê da dê dest bi tedawiyê bike.
- Ji Trump peyama "saxî û silametiyê"
Ji aliyekî din va Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek parve kir û ji bo Biden saxî û silametî xwest.
Trump di daxuyaniya xwe da wiha got, "Bi bihîstina teşxîsa tibî ya ji bo Joe Biden, ez û Melania em pir xemgîn bûn. Em hêviyên xwe yên herî ji dil û qenc pêşkêşî Jill û malbata wê dikin û ji bo Joe şifayê dixwazin."