Hemn Baban
15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
HEWLÊR - Hemn Baban
Siyasetmedarê Dêrîn û Rêhevalê Mela Mistefa Barzanî Mehmûd Osman der barê ragihandina serxwebûna Herêma Kurdistanê de got: "Ji bo kurd serxwebûne bi dest bixin ya giring ew e ku Iraq piştgiriyê bide û Tirkiye û Îran jî li dij nesekinin."
Mehmûd Osman, qonaxa dawîn a Rojhilata Navîn, bûyerên li Iraqê diqewimin, rûdanên piştî nemana DEAŞê û ragihandina serxwebûna Herêma Kurdistanê ji bo Ajansa Anadoluyê şirove kirin.
- "Irak dabeşkirî ye, divabû problem nemana piştî DEAŞê"
Mehmûd Osman li ser mayîn û nemana DEAŞê raya xwe wiha anî ziman:
"Bi qenaeta min piştî girtina Mûsilê jî dê DEAŞ her bimîne. Lê lawaztir û kêmtir. Li vir û wir çend çekdar her dê bimînin û kar bikin. Lewra ew bîr û baweriyek e. Xerab be jî. Xelkek heye ku bawer dike. Metirsiya DEAŞê jî dê bimîne. Feqet bingeha wan a cemawerî namîne. Mûsil û Reqqa dê ji destê wan derkevin."
Der barê kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî Osman got "Irak dabeşkirî ye, divabû problem nemana piştî DEAŞê" û wiha pê de çû:
"Hewlêr û Bexda heta niha li ser tu meseleyê guftûgo nekirine û negihîştine tu encaman. Hemû mesele piştî DEAŞê hiştine. Bi raya min ev xelet e. Divê zûtir li ser van probleman biaxivin û bigihên rêkeftinekê. Dikarîn berî şerê Mûsilê hin meseleyan zelal bikin û yên mayî jî piştî DEAŞê çareser bikin. Ne şert e hemû tişt bimînin piştî DEAŞê. Bo mînak meseleyên wek petrol, pere, budçe û wezaret mumkin bû qise li ser were kirin û bigihên encamekê. Piştî DEAŞê dê kêşeyên mezin werin ber me. Bi taybetî li ser nelihevkirina herêmên li gor me Kurdistanî û wek bikêşe tên binavkirin."
- "Piştî DEAŞê Iraqeke yekgirtî namîne"
Li ser yekmayîna dewleta Iraqê û rewşa wê ya piştî DEAŞê jî Mehmûd Osman wiha nirxandin kir:
"Piştî şerê DEAŞê bawer nakim ku Iraqeke yekgirtî û bihêz bimîne. Iraqeke ku hemû pêkhate tê de hemaheng û ji hev razî bin namîne. Piştî şerê DEAŞê dê şiî xwe bihêztir bibînin. Hikumraniya merkezî jî li aliyê wan e. Bi rehetî em dikarin bêjin ku sunnî bi vê razî nabin. Loma DEAŞ nemîne jî dê gelek kêşe derkevin. Şiî di nava xwe de jî ne yek in, loma dê di nava wan de jî problem derkevin. Ez bawer nakim ku destûr were bicîkirin. Bi kurdan re jî dê heta ku derê bimeşin nayê zanîn. Ji bo vê têkiliyê siyaseta îranê û yekbûna kurdan bi xwe muhîm e. Îran û Bexda xwediyê yek siyasetê ne."
Siyasetmedarê dêrîn anî ziman ku halê hazir Iraq ne yek e û parçe bûye û wiha dewam kir:
"Niha Iraq dabeşkirî ye. Halê hazir kurd, sunnî, şiî, her yekê herêma xwe heye. Her yek bi curekî, bi îdare û eqliyetê kar dike. Bes îtirafkirin maye. Li gor yasayên Iraqê û dinyayê Iraq yekgirtî ye. Lê di rastiyê de sê pêkhateyên serekî tê de ne. Cudahiya herêman li gor pêkhateyan heye. Gelo dê ev herêm her yek bibe dewletek an wek herêm dibin ew ne diyar e. Ev yek girêdayî welatên zilhêz û yên derdorê ye. Gelo dê welatên mezin razî bibin ku kurd bibin dewlet? Yan serxwebûnek sunniyan hebe? Ev girêdayî siyaset û berjewendiyên welatan e."
Li ser dewletên karîger ên herêmê Mehmûd Osman wiha axivî:
"Tirkiye heye, Îran heye, Rûsya heye, Emrîka heye, Ewropa heye... Di vir de yek tişt muhîm e, eger bikarin destûrê bidine bicîkirin gelek tiştên baş tê de hene. Lewra destûrê rê daye ku federasyon hene û sîstem lamerkezî be."
Der barê ragihandina serxwebûna Herêma Kurdistanê jî Mehmûd Osman nirxandina xwe wiha derbirî:
"Ji bo serxwebûnê divê Iraq piştgir be û Îran-Tirkiye jî li dij nebin. Hêj li ser vê guftûgo nehatiye kirin. Gelo Bexda razî dibe yan na? Îran û Tirkiye razî dibin an na? Wekî din welatên wek Rûsya, Emrîka û Ewropa dê heta çi radeyê vê yekê qebûl bikin? Serxwebûn mafekî me yê meşrû ye lê divê em ciddî bin. Divê em dewletên cîranên xwe têbigihînin ku dewletbûn li ser asayîş û ewlehiya wan ne metirsî ye, berevajiyê vê temamkera emniyeta wan e."