Serokatiya Rêvebiriyê ya Rewşa Afat û Acîlê ya Serokwezîriyê (AFAD) di vê meha dawiyê de 10 hezar sûriyeyî ji ber sir û seqema zivistanê hilda kampan. Ji bo feqîrên Sûriyeyê jî kampanyaya alîkariyê ya nû dest pê dike. Di nav piştgirên kampanyayê de saziyên weke AFAD, TÎKA, Hîva Sor a Tirk, Anadolu Agency û Memur-Sen jî hene.
AFADê bi serokatiya Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay der barê kampanyaya alîkariya nû ya ku saziyên qamûyê û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo feqîrên Sûriyeyê dê bidin destpêkirin de civîn li dar xist.
Atalay di civînê de axivî û got em li ser xwestina saziyên civakî yên sivîl civiyan ku ji bo penaberên sûriyeyî û feqîrên sûriyeyî kampanyaya alîkariyê li dar bixin.
Atalay destnîşan kir ku rêvebirina alîkariyê bi destê AFADê tê kirin û got di civîna îro de dê ji bo organîzeya alîkariyê biryar bên dayîn.
Atalay got ku di nav zivistanê de bûyerên diltezîn tên serê sûriyeyiyan, Tirkiyeyê der barê vê mijarê de barekî mezin da ser milê xwe û gelek alîkarî li gelê Sûriyeyê kir. Niha jî cardin hin saziyên sivîl û gelê me dê dest bi alîkariyeke din bikin.
Serokê Giştî yê TÎKAyê Serdar Çam, Midûrê Giştî û Rêvebirê Giştî yê Anadolu Agencyê Kemal Ozturk, pisporê Kordînatoriyê ya Dîplomasiya Qamûyê ya Serokwezîrtiyê Mustafa Ateşçî, Midûrê Giştî yê Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê Îsmaîl Palakoglu, Midûrê Giştî yê Heyva Sor a Tirkiyeyê Mehmet Gulluoglu, Serokê Platforma Rabîayê ya Navnetewî Cîhangîr Îşbîlîr, Serokê Giştî yê Konfederasyona Hak-Îşê Mahmût Arslan, Sekreterê Hevdîtina Komî ya Giştî ya Kamû-Senê Necatî Alsancak, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Sivîl yê Dinyaya Îslamê Alî Kurt, Alîkarê Sekreterê Giştî yê TOBBê Alî Emre Yurdakul, Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya Weqfa Dildarên Tirkiyeyê Yaşar Yerlîkaya jî beşdarî civînê bûn.