Hat ragihandin ku dê ji bo Serokomarê Iraqê û Serokê Yekîtiya Niştimanî Kurd (YNK) Celal Talabanî dê li bajarê merasima pêşwazîkirinê neyê lidarxistin.
Arîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û kurê Celal Talabanî, Qûbat Talabanî li Çemçemala navçeya Silêymaniyê civîna çapemeniyê li dar xist. Talabanî got ku bavê min dê sibê ji Berlîna paytextê Almanyayê bê Silêymaniyê.
Talabanî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li ser daxwaza Celal Talabanî bixwe dê merasima fermî ya pêşwazîkirinê neyê lidarxistin. Talabanî, ji ber ku meha remezanê ye, hewa germ e û pêşmergeyên qehreman di eniyan de li dijî milîtanên DÎŞIyê şer dikin, nexwest ku merasim bê lidarxistin."