02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
OTTAWA
Yekemîn karwan ya wan 25 hezar penaberên ku Kanadayê gotibû ezê wan bistînim, di 10ê berfanbarê da ê li Kanadayê be.
Li gorî plana Komîteya Penaberan ya Kanadayê, ew balafirên ku her yek ji wan ê 200 penaberî biguhêze, 2 ji wanê ji Gazîantep û Edeneya Tirkiyeyê, 1 ji wan jî ji Emmana paytexta Urdinê rabin.
Balafir ê xwe li Balafirgeha Navneteweyî ya Pearson ya li Torontoyê û Balafirgeha Navneteweyî ya Trudeau ya lş-i Montrealê xwe daynin. Herwiha ê firîn heta meha adara 2016an berdewam bin ta ku bigihêje hejmara amanckirî û ji bo ku plan têk neçe jî ê balafirê leşkerî jî ji kar ra amade bin.