14 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
BRUKSEL
Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar da ku karsaz dikarin di kargehên xwe de sergirtinê qedexe bikin.
Dîwana Edaletê ya YEyê ya ku navenda wê Luksemburg e, serlêdanên Fransa û Belçîkayê ya der barê xebatkarên li kargehan "bi awayekî eşkere sembolên dînî, siyasî û felsefî li ser xwe hewandinê" de biryar da.
Dadgehê biryar da ku karsaz li kargehan li gor rêbazên navxweyî dikarin 'bi awayekî eşkere sembolên dînî, siyasî û felsefî li ser xwe hewandinê' qedexe bikin û ev jî rasterast ne cudakarî ye.
Dadgehên temyîzê yên li Belçîka û Fransayê di herdu dozan de jî xwestibûn ku Dîwana Edaletê ya Ewropayê bila der barê mijarê de li gor îctihadên Yekîtiya Ewropayê tevbigerin.