14 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
ŞANLIURFA
Serokê eşîrên ereban ên ku li Sûriyeyê axa wan ji aliyê rêxistinên terorê PYD/PKK û DEAŞê va hatine dagirkirin, ji bo ku ji aliyê leşkerî, siyasî va xwe rêxistin bikin, dest bi xebatan kirin.
Serokên 50 eşîrên ereban ku li Reqqa, Hesekê û Derê Zora Sûriyeyê dijîn, li Otêla Herranê civînek li darx xist.
Civîn bi sernava "Kûrûltaya Giştî ya Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyî ên Herêma El Cezîre û Feratê" hat lidarxistin. Hat daxuyandin ku naveroka civînê wiha ye, "Ji bo ku em dagirkeriya Esed-Rûsya-Îran, Hîzbullah û DEAŞ û PYDê bi dawî bikin, em xebata xwe bikin yek."
Bi îmzeya Berdevkê Meclisa Payebilind a Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyî Mudar Hamad El-Esaad daxuyaniya nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê da mebesta beşdarvanan jî ew e ku li Sûriyeyê herêmên El Cezîre û Feratê ji rêxistinên terorê werin paqijkirin û ji bo vê hat daxuyandin ku "Artêşa eşîrên El Cezîre û Feratê" were avakirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku rêxistina leşkerî ya nû wê ji aliyê sûbayên ku ji artêşa rejima Esed veqetiyan e û fermandarên Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) va were îdarekirin.
Serokê eşîra Şuaytatê Şêx Rafî er-Raco Ukla li ser navê eşîran di civînê da axaftina vekirinê kir û wiha got:
"DYA pişgiriyê dide PYDê. Ferqa PYDê û DEAŞê ji hev tune. PYD gelek malbat ji cih û warê wan kirin. Bû sedema koçkirina zêdetir ji 50 gundê ereban."