Abdullah Tel
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Nikki Haleyê li ser îhtimala êrîşeke bi çekên jehrî ya li ser Îdliba bajarê Sûriyeyê da got: "Em ê heta ku çekên bijehrî bên bikaranîn li keviyê nesekinin. Di vê mijarê da Serok (Donald Trump) jî li pêş raya giştî bi eşkere axivî û xwest ku bibêje heke çekên bijehrî bên emilandin wê Amerîka bersivê bide."
Nûnera Daîmî ya NYyê ya Amerîkayê Haley wezîfeya serokatiya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya heyama meha îlonê hilda û li avahiya Sekreteriya Giştî bernameya xebatê ya konseyê eşkere kir û pirsên rojnamegeran bersivand.
Haleyê di mijara Îdliba bajarê Sûriyeyê ya Rûsyayê êrîşên esmanî birin ser da hişyarî da rejima Esed ku bila li wê derê çekên bijehrî bi kar neynin.
Seroka KENYê ya heyama meha îlonê Haleyê got ku Rûsya û rejima Esed di mijara êrîşên çekên bijehrî da muxalifan sûcdar dikin û wiha pê da çû: "Esed berî ku bi çekên jehrî êrîşî ser gelê xwe bike hergav serî li vê rêbazê dide. Li vê derê Serok Trump ji Rûsya û Îranê ra got 'neçin wê derê em vê qebûl nakin' û hûn jî vê dibînin. Heke ji bo bidestxistina Sûriyeyê vê dikin ew dikarin vê bidomînin. Lê ev yek bi bikaranîna çekên jehrî va nabe. Li hemberî xelqê xwe nikarin çekên bijehrî bi kar bînin û em tiştekî wiha jî bê bersiv nahêlin. Li Sûriyeyê heke çekên bijehrî bên bikaranîn em baş û teqez zanin ku wê kî bi kar bîne."
Haleyê destnîşan kir ku li Sûriyeyê qeyraneke mirovahiyê didome û ji bo ku li ser mijara bikaranîna çekên bijehrî hevdîtinek pêk bê wê roja înê KENYê kom bikin û wiha dewam kir: "Em ê heta ku çekên bijehrî bên bikaranîn li keviyê nesekinin. Di vê mijarê da Serok jî li pêş raya giştî bi eşkere axivî û xwest ku bibêje heke çekên bijehrî bên emilandin wê Amerîka bersivê bide."