Abdullah Tel
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
ANKARA
Di 14 hezar êrişên esmanî yên koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê li Iraqê bir ser DEAŞê da 2 hezar û 800 sivîl hatin kuştin.
Ji her pênc êrişên esmanî yên Amerîkayê li Iraqê li dar xist di yekê da sivîl hatin kuştin.
Li gor nûçeya rojnameya New York Timesê hejmara sivîlên ku di êrişên Amerîkayê yên li Iraqê bir ser hedefên DEAŞê da hatine kuştin ji hejmara Pentagonê parve kiribû 31 qat zêdetir e.
Rojnameyê di navbera nîsana 2016an û hezîrana 2017an da 150 derên li 3 herêmên bakurê Iraqê ku rastî êrişên esmanî hatibûn ziyaret kir û bi malbatên qurbanan ra hevdîtin kir.
Di lêkolînên hatin kirin da hat dîtin ku di raporên koalîsyonê da hejmara sivîlên kuştî cih negirtiye û ew wek hedefên rêxistinê hatine qeydkirin.
Di nûçeyê da hat gotin ku ji tebaxa sala 2014an vir va bi pêşengiya Amerîkayê 14 hezar êrişên esmanî li ser DEAŞê hatin kirin û di wan êrişan da 2 hezar û 800 sivîl hatin kuştin.
Lê rêveberiya Amerîkayê gotibû ku di wan êrişan da bi tenê 89 sivîl hatine kuştin.