21 Mijdar 2015•Rojanekirin: 22 Mijdar 2015
ANKARA
Di 4 mehan da di operasyonên li dijî terorê da 10 jê biyanî hezar û 602 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên ewlehiyê wergirt, di navbera 24ê tîrmehê û 20ê mijdarê da tîmên têkoşîna dijî terorê li 79 bajarî li dijî PKK, DAEŞ û rêxistinên din ên terorê operasyon kirin û operasyon birin ser 7 hezar û 303 gumanbarî.
Di operasyonan da bi hinceta ku tevlî çalakiyên PKKyê bûne 5 hezar û 624 kesî îfade da dozgerê komarê. Dozgerî û dadgehê 2 hezar û 908 kes serbest berda, hezar û 114 kes bi şertê kontrola edlî serbest berda û ji yên ku sewqî dadgehê kirin 10 jê biyanî hezar û 602 kes jî hatin girtin.
Wek mayîn bi hinceta ku tevlî çalakiyên çekdariyê bûne ji DHKP-C, MLKP û rêxistinên din ên terorê 386 gumanbarî îfade da dozgeriya komarê. Ji van kesan 167 kes bi destê dozgeriyê û dadgehê û 97 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û 122 gumanbar jî li dadgehê hatin girtin.
Di operasyonên li dijî DAEŞê da hezar û 132 kesî îfade da dozgeriyê û van kesan 588 kes bi destê dozgeriyê û dadgehê û 198 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û 63 jê biyanî 346 kes jî hatin girtin.
Di operasyonan da 8 ton û 115 kîlo madeyên kîmyewî ku di çêkirina teqemeniyan da tên emilandin, 39 çekên giran, 319 bombeyên destan, hezar û 284 bombeyên bi destan hatine çêkirin, 195 çekên lûledirêj, 283 demançe, 280 tiving, 112 demançeyên hişkeber, 2 hezar û 92 molotof, 363 cebilxaneya çekên giran, 59 hezar û 487 gule û 76 hacetên kêrkirinê hatin qefaltin.
Di operasyonan da 102 terorîst kuştî hatin girtin, 304 terorîstên ku hatin kuştin bi destê endamên rêxistinê hatin revandin û 77 kes jî birîndar hatin qefaltin.
Wek mayîn di operasyonan da li qadên polêsan 53 polês û 10 leşker, li herêmên cendirmeyan jî 20 polês cangorî bûn. Di operasyona li dijî kesên ku êrîşî polêsan kir da 125 kes hatin binçavkirin û ji van 11 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û 42 kes jî hatin girtin.