Elif Orhan
27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 28 Hezîran 2019
Wezîrê Karên Derva yê Hindistanê Subrahmanyan Jaîshankar got ku S-400 ji bo berjewendiyên neteweyî yên Hindistanê ne.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Hindistanê da Jaîshankar der barê pergalên fuzeyan ên S-400î da got, "Em ê ya li gor berjewendiyên xwe yên neteweyî bikin."
Jaîshankar û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo duh piştî hevdîtina xwe ya li Delhiya Nû bi hev ra daxuyaniya çapemeniyê dabûn.
Jaîshankar li ser pirsekê der barê mueyîdeyên S-400î yên muhtemel ên Amerîkayê da bersiva "Bi gelek welatan ra têkiliyên me hene, rabirdûyeke van heye. Em dê ya li gor berjewendiyên xwe yên neteweyî bikin. Girîngiyeke hevkariya stratejîk ew e ku her welêt berjewendiyên neteweyî yên welatê din fehm bike." dabû.
Jaîshankar der barê rageşiya berdewam a di navbera Amerîka û Îranê da jî gotibû ku "Me bi Wezîr Pompeo ra li ser rewşa li Kendavê nîqaş kir. Herwiha wek parçeyekê vê rewşê min fikarên me yên der barê ewlehiya vejenê, dîasporaya Hindistanê, ewlehiya herêmî û bazirganiyê da bi wî ra parve kirin."
- Hindistan di mijara S-400an da biryardar e
Hindistanê di cotmehê da bi Rûsyayê ra peymana S-400î kiribû û piştî avêtina îmzeyan vir va Serokê Amerîkayê Donald Trump çendî caran Hindistan tehdîd kiribû.
Ji wê çaxê vir va Hindistanê gelek caran helwesta xwe ji bo S-400an dubare kir.
Dema peyman hat kirin da Sererkanê Hindistanê Bîpîn Rawat gotibû ku dê Delhiya Nû digel mueyîdeyên Amerîkayê ji Rûsyayê pergalên parastina asîmanî ya S-400î bikire û welatê wî dê polîtîkaya ewlehiya ya serbixwe bişopîne.
Wezareta Parastinê ya Hindistanê di kanûna paşîn da li parlementoyê bersiva nivîskî dabû pirseke der barê mijarê da û gotibû ku ji bo ku S-400 ji Rûsyayê bên kirîn di 5ê cotmeha 2018an da peyman hat îmzekirin, teslîmat dê ji cotmeha 2020î dest pê bike û heta nîsana 2023yan temam bibe. Hatibû destnîşankirin ku haya wan bi hemû geşedanên dikarin tesîr li ser pergala parastinê bikin heye.
- Rûsya ji sedî 70yê teçhîzatên eskerî yên Hindistanê temîn dike
Kapîl Kakê alîkarê Serokê Qurmayê Hêzên Asîmanî yê Hindistanê yê berê di daxuyaniya xwe ya ku roja sêşemê dabû nûçegihanê AAyê da jî nirxandina helwesta Amerîkayê ya ji bo ku berjewendiyên xwe li welatên din bide pejirandin dê berevajî bibe, ev rewş wekî êrîşeke li ser serxwbûna stratejîk a welatan e, kiribû.
Beriya ziyareta Hindistanê yê roja sêşemê yê Pompeo di nûçeyên ku çapemeniya herêmî sipartibûn çavkaniyên dîplomatîk da jî hatibû îdiakirin ku aliyê Hindê bi serkeftî pozîsyona xwe ji Amerîkayê ra qise kir û aliyê Amerîkayê jî vê hewcehiya Delhiya Nû bi xweşbînî dît.
Di nûçeyên navborî da hatibû ragihandin ku Hindistanê gotiye muxatabên xwe ku bi Rûsyayê ra di warê pîşesaziya parastinê da hevkariya wan a çendî salan heye û nafikire ku hevkariyê xira bike.
Li gor rapora sala 2017an a Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê Rûsya ji sedî 70yê teçhîzatên eskerî yên Hindistanê tedarik dike. Hindistan naxwaze ku bimîne girêdayî temînkerekî eskerî û bi fikara ku dê xweseriya xwe ya stratejîk winda bike çavkaniyên kirîna pergalên eskerî zêde kirin û digel Rûsyayê ji Amerîka, Îsraîl û Fransayê jî hewcehiyên xwe distîne.