Abdullah Tel
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
CENEVRE
Komîteya Nehiştina Cihêtiya di Navbera Nijadan da ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber ku li hemberî çalakvanên Filistînî "hêza nehevseng" bi kar tîne Îsraîl şermezar kir.
Di dawiya rûniştina 95emîn a Komîteyê ya li Cenevreyê hat kirin da daxuyanî hat weşandin û hat gotin ku ji 30yê adarê vir va jin û zarok jî di nav da ji filistîniyên ku li ser sînorê Xezeyê beşdarî "Meşa Vegera Mezin" dibin herî kêm 40 kes hatin şehîd kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku protestovanên ku Îsraîlê ew şehîd kirin û bi hezaran Filistîniyên hatin birîndarkirin ji bo ewlehiyê ne tehdîd bûn.
Komîteyê di daxuyaniya xwe da ragihand ku ew hêza nehevseng ya ku Îsraîl li hemberî protestovanên Filistînê bi kar tîne şermezar dikin û ji ber wê rewşê jî di nav fikareke mezin da ne.