Turgut Alp Boyraz
05 Tebax 2024•Rojanekirin: 06 Tebax 2024
Hat ragihandin ku ji axa Libnanê ber bi bakurê Îsraîlê va bi moşek û SÎHAyan êrîş hat kirin.
Ji berdevkiya artêşa Îsraîlê rayedarekî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji ser axa Libnanê ber bi bakurê Îsraîlê va bi moşek û SÎHAyan êrîş hat kirin.
Rayedarê Îsraîlî tu agahî neda ku di êrîşê birîndarî an jî kuştî çêbûne an na.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn jî li bakurê welêt sîrenan lêxist.
Tevgera Hizbullahê ya li Lubnanê der barê mijarê da hê tu daxuyanî nedaye.