Gökhan Çeliker
05 Tebax 2024•Rojanekirin: 07 Tebax 2024
Li ser îhtimala ku rewşa ewlehiyê ya li Libnanê ji nişkêva xerab bibe, Wezareta Karên Derva ji welatiyan ra pêşniyaz kir ku heke mecbûrî nebe neçin Libnanê, kesên ku vê gavê li Libnanê ne jî heke mumkûn be, vî welatî biterikînin.
Wezaretê der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da û ji ber geşedanên dawîn ên li herêmê îhtimal heye ku rewşa ewlehiyê ya li Libnanê ji nişkêva xerab bibe.
Ji ber vê yekê Wezaretê ji welatiyan ra pêşniyaz kir ku heke mecbûrî nebe neçin Libnanê, kesên ku vê gavê li Libnanê ne jî heke mumkûn be, vî welatî biterikînin.
Di daxuyaniyê da ji bo rewşên acil ev nimreyên têlefonê yên Balyozxaneya Beyrûdê ya Tirkiyeyê hat parvekirin:
+961 3 944 904 / +961 70 622 012