19 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2019
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron der barê terorîstên biyanî yên li Sûriyeyê da got ku "Heke ew bixwazin bên Ewropayê dê biçin Tirkiyeyê û ji wir bên Fransayê. Bi rêyên din nikarin bên Fransayê."
Macron piştî Lûtkeya Serokan a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xist.
Macron got "Terorîstên biyanî heke li Iraqê êrîş kiribin dê li wir bên darizandin. Heke ew bixwazin bên Ewropayê dê biçin Tirkiyeyê û ji wir bên Fransayê. Bi rêyên din nikarin bên Fransayê." û diyar kir ku di vê rewşê da wekî ku Tirkiye çendî sal e dike divê agahî bide wan.
Macron got terorîstên ku dê bi vî awayî bên Fransayê dê bên darizandin û girtin û wiha axivî:
"Fransa, Amerîka û Tirkiye mitefîqên NATOyê ne û ez ji ser Twîtterê hîn bûm ku Amerîkayê eskerên xwe ji Sûriyeyê vekişandine. Hêza din a NATOyê jî biryar da ku êrîşî kesên (YPGyî) ku hevkarê koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞê ye û dijî DEAŞê têkoşîn didin bike. Hember têkoşîna dijî PKK û terorîstan rêz digirim. Min vê herdem gote Erdogan (Serokomar Recep Tayyîp). Lê HDSyên (ya ku piranî ji YPGyiyan pêk tê) ku dijî DEAŞê têkoşîn didin PKKyî nînin. Lewra jî tiştên ku van rojên dawîn diqewimin şaşiya giran a Rojava û NATOyê ye."
Macron qal kir ku ev geşedan bûn sedem ku şixulîna NATOyê bê pirsiyarkirin û wiha axivî: "Divê bê fêmkirin ka Tirkiye dixwaze çi bike. Em divê ewlehiya wê ya navxweyî pêk bînin û Tirkiyeyê bîni pozîsyonên maqûltir. Em divê hember teqwîma xwe (ya siyasî) jî rêz bigirin û vê bikin."
Macron destnîşan kir ku divê Ewropa bibe xwedî stratejiyeke parastinê ya xurttir û got ku "Yên ku li Herêma Rojhilatê Navîn yên ku biqezenc derketin Îran, Tirkiye û Rûsya bûn."