Muhammet Kurşun
12 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
ANKARA
Wezîra Malbat û Polîtikayên Civakî Fatma Betul Sayan Kayayê der barê rêpênedana çûna Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Rotterdamê got, "Ezê biçim nav konsolosxaneya me. Hûnê rê bidin û ezê biçim. Heta hûn rê bidin ezê li vir bim. Ez naçim cihekî."
Nîqaşa Kaya bi polêsê Hollandayê re ji aliyê kamerayan ve hat kişandin.
Polêsê Hollandayê ku yekî bi tirkî jî dizanibû li nav wan bû ji Wezîr Kayayê re got: "Ji wezaretan emir hat. Divê hûn Hollandayê terk bikin. Ji bo we Hêza Taybet hat, emê bi we re werin. Divê hûn bi wasiteya xwe me taqîb bikin û vegerin Almanyayê."
Li ser van gotinan Wezîr Kayayê wiha acizî nîşan da:
"Ezê biçim nav konsolosxaneya me. Hûnê rê bidin û ezê biçim. Heta hûn rê bidin ezê li vir bim. Ez naçim cihekî."
Li ser van gotinan polêsê Hollandayê ji Wezîr Kayayê re got: "Eger hûn neçin belkî serî li miameleyên din bidin. Dibe ku we bavêjin hundir"