Muhammet Kurşun
12 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Derveyî yê berê yê Hollandayê Ben Bot rexne li Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte girt û diyar kir ku astengkirina balafira Wezîrê Derveyî yê Tirkiyê bi tu awayî ne tiştekî maqûl e û divê ev helwest bidawî were.
Wezîrê Derveyî yê berê yê Hollandayê ji Partiya Demokrat a Xrîstiyan Ben Bot di daxuyaniya xwe ya li ser malpereke înternetê de rexne li Serokwezîrê Hollandayê Rutte girt û got: "Astengkirina balafira Wezîrê Derveyî yê Tirkiyê bi tu awayî ne tiştekî maqûl e û divê ev helwest bidawî were."
Ben Bot destnîşan kir ku ev helwest girêdayî hilbijartinan e û wiha dewam kir: "Me parêzvaniya demokrasî û heqê însanan kir û dikin. Me bi van qedexeyan gaveke li dijî van nirxan avêt. Ev xelet e."
Herwiha fikarên der barê xerabûna têkiliyên aboriyê digel Tirkiyê jî anî ziman.