Fatih Gazioğlu
06 Tebax 2019•Rojanekirin: 07 Tebax 2019
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî got ku Îran dixwaze pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bike û divê Amerîka hemû mueyîdeyên dijî wan rake.
Serokomarê Îranê Rûhanî ligel Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê ku Amerîkayê navê wî li ser lîsteya mueyîdeyê zêdekir li avahiya wezaretê hat bal hev.
Rûhanî got ku Amerîkayê navê Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û navê Zerîfê Wezîrê Karên Derva li ser lîsteya mueyîdeyê zêde kiriye û wiha axivî:
"Ev jî nîşan dide ku Amerîka di meseleya mizakereyê da samîmî nîne. Hem dibêjin mizakere hem jî radibin navên rêberê şorêşa me yê mezin û navê wezîrê me hildidine lîsteya mieyîdeyan. Wê çaxê em ê bi wan re çawa mizakere bikin? Hûn qanûna me bingehîn dizanin. Eger tesdîqa rêberê me nebe em ê çawa mizakereyan bikin? Paşê radibin navê wezîrê me yê karên derva hildidin nav lîsteye mueyîdeyê. Hûnê bi kê ra mizakereyê bikin? Berpirsyarê mizakereyê Wezîrê Karên Derva ye. Eger em rojekê ji bo mizakerayan biryarê bidin hûnê bi wî ra biaxivin."
- "Şerê bi Îranê ra wê bibe şerekî nedîtî"
Rûhanî rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê da nirxan û wiha got:
"Aştiya bi Îranê ra li dinyayê wê bibe aştiya herî mezin. Lê ji hêla din va şerê bi Îranê ra wê bibe şerekî wisa ku dinyayê heta niha nedîtiye. Hûn ewlehiyê dixwazin. Wê çaxê emê jî wê tedbîrên ewlahiya herêma xwe hildin. Eger hûn zirarê bidin ewlehiya me bizanin ku ewlehiya we jî wê zirarê bibîne. Hûn aştiyê bixwazin em ê jî aştîxwaz bin. Eger hûn rabin li ser firotina petrola me astengiyan derxin, em jî nahêlin yên din bifiroşine we."
- "Eger hûn Geliyê Cebelî Tariqê bigirin em jî Geliyê Hurmuzê ji we ra vekirî nahêlin"
Serokoma Rûhanî li ser krîza tankerê ya di navbera wan û Îngiltereyê da jî wiha got: "Me di dema aştiyê û dostaniyê îxlalên we tolere kirin. Îro em çima destûrê bidin van îxlalan gelo? We dît ku em êdî nadin. Tiştên ku neşin bikin nebêjin. Eger hûn Geliyê Cebelî Tariqê bigirin em jî Geliyê Hurmuzê ji we ra vekirî nahêlin."