Nihat Kavşut
28 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2018
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê operasyona îhtimal heye ku Tirkiye li rojhilatê Feratê bike da wiha got: "Em operasyonê ji bo pêkanîna yekbûna axa Sûriyeyê dinirxînin."
Lavrov piştî hevdîtina ku bi Wezîrê Karên Derva yê Urdinê Ayman Safadî ra kir di daxuyaniya çapemeniyê da pirsên der barê Sûriyeyê da bersivand.
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê operasyona îhtimal heye ku Tirkiye li rojhilatê Feratê bike da wiha got: "Em operasyonê ji bo jiholêrakirina terorê û pêkanîna yekbûna axa Sûriyeyê dinirxînin. Wexta Wezîrê Karên Derva û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê hatin Moskovayê em ê rewşa piştî ku Amerîka yekîneyên xwe yên eskerî ji Sûriyeyê bikişîne nîqaş bikin. Peyra jî em ê eşkere bikin."