22 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
ANKARA
Kalin got: "Mijarên divê em li ser xeber din pir in. Iraq, bo me ji her alî va girîng e. Ji hêla aboriyê, ji hêla ewlehiya sînor, ji hêla însanî, ji hêla çandê... Berdevamkirina van hevdîtinan girîng e.
Berdevk û Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, li Kulliyeya Serokomariyê rojev nirxand û pirsê derbarê rojevê da bersivandin.
Em hêz û hesesiyatan li ber çav digirin û hevdîtinan li gor wê dikin
Kalin li ser pirsa "Gelo wê Barzaniyê ku dawiya heftê bê vê derê û Serokomar hevdîtinê bikin an na?" diyar kir ku ew ê Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bên bal hev.
Kalin, ziyareta Iraqê ya dawîn a Serokwezîr Bînalî Yidirim bibîrxist û destnîşan kir ku di wê hevdîtinê de li ser meseleyên herêmî yên wekî Mûsil, Sîncarê axivîn, fikr û ramanên xwe parve kirin û wiha dewam kir:
"Mijarên divê em li ser xeberdin pir in. Iraq, bo me ji her alî va girîng e. Ji hêla aboriyê, ji hêla ewlehiya sînor, ji hêla însanî, ji hêla çandê... Berdevamkirina van hevdîtinan girîng e. Lewra rêveberiya Hewlêrê ku Barzanî temsîl dike di têkoşîna dijî DEAŞê di têkoşîna dijî PKKê da bi Tirkiyê re ye, li heman alîyî ne. Em hevkariya xwe ya di vê mijarê de çiqasî xurt bikin ji bo her du welatan bi wî qasî girîng e. Wexta ku em vegerin dema rageşiya Bexda-Hewlêrê, me her tim ev hesesiyet li ber çavan girt. Em hêz û hesesiyetan didin ber çavan û vê hevdîtinê wisa dikin."