12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî jî ji ber ku bûyerên terorê tînin nav bajêr gelekî aciz e.
Yapicioglu der barê hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Barzaniyê ku di nav hefteyê de li Enqereyê hin têkiliyên wî çêbûn û bûyerên terorê yên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê diqewimin daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Yapicioglu qal kir bi Barzanî re di serî de Pêvajoya Çareseriyê li ser mijarên leşkerên Tirkiyeyê yên li Iraqê, hendekên ku li hin navçeyan hatin kolan û pirsgirêkên gelê kurd sekinîn û da zanîn ku hevdîtin erênî derbas bû.
Yapicioglu da zanîn ku di mijara hendekên ku endamên rêxistina terorê vekirin de berî niha jî bi Barzanî re hevdîtinek kirin û got ku kolana hendekan û li nav bajêr kirina bûyerên terorê di serî de kurd kêrî tu kesên ku li herêmê dijîn nayê.
Yapicioglu diyar kir ku di vê mijarê de Barzanî jî di heman fikrê de ye û wiha axivî: "Ev fealiyet teqez divê rawestin. Em di her firsendê de tînin ziman ku divê pevçûn nebin, pirsgirêkên heyî bi rêya siyasetê, bi diyalogê bên çareserkirin. Bila bêpevçûnî çêbe, deriyên diyalogê bên vekirin, pirsgirêk bi rêbazên siyasî bên çareserkirin, bila silh esas be lê heke ev nebe, nikare bibe qet nebe bila ev di nav bajêran de neqewime."
- "Berpirsyarî li ser milê rêxistinê ye"
Yapicioglu diyar kir ku dewlet mecbûr e ku ewlehiya can û malê hemû welatiyan pêk bîne û wiha axivî: "Lê ji ber ku bûyer xistin nav bajêr heke sivîlek bi guleya ku ji çekê polês an jî leşkerî derdikeve birîndar bibe an jî bimire berpirsyariya vê yekê jî di heman demê de ser milê rêxistina terorê ye. Ango bi propagandaya 'Dewletê evqas mirov kuştin, qetlîam kir' nikare ji vê berpirsyariyê xilas bibe. Ji ber ku ew kesê ku pevçûnan tîne nav bajêr divê van texmîn bike."
Yapicioglu qal kir Barzanî jî aciz e ku êrîşên terorê xistine nav bajêr û wiha axivî: "Gotin ku ji bo rawestandina vê heke peywireke ku bikeve ser milên wan hebe dê ji peywirê nerevîn û ji bo vê jî dê bixebitin."
Yapicioglu got rast nabînin ku HDP di Pêvajoya Çareseriyê de tenê serê xwe li ser maseyê rûnê û wekî tekane mixatap bê qebûlkirin û wiha axivî:
"Heke li ser mijareke der barê kurdan de bê axaftin di serî de saziyên birêxistinî yên gelê kurd, ev ne mecbûr in ku îllîm partiyên siyasî bin, hemû saziyên rêxistinî bi awayekî mixatab in, divê bibin mixatab. Tu kes nikare tenê serê xwe gel temsîl bike. Ev mijareke ku tenê kurdan eleqedar dike jî nîne. Nikarin yek bi yek li deriyan bixin û biêjin ku 'Hûn çi dixwazin?' Helbet divê kesên ku di meqama temsîlê de ne, ev dibe partiyên siyasî bin, saziyên civakî yên sivîl bin, rîspiyên ku gelek kes li pêy wan diçin dibin, bibin mixatabê vê pêvajoyê."
Yapicioglu diyar kir ku di mijara çareserkirina pirsgirêkên gelê kur de divê bi tu kesî re bazarî neyê kirin, mijar mijarên wisa ne ku bi mijarên ku tên pêşdîtin bi guherîna destûra bingehîn, verastkirina qanûnî an jî tenê bi teserrûfa îdarî tên çareserkirin.
- "Daxwaza gelê kurd a herî bingehîn, aramî û ewlehî ye"
Yapicioglu bal kişand ku li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê mirov bi giştî aramî û silhê dixwazin û wiha axivî:
"Dê û bavek dema ku zarokên xwe dişînin dibistanê naxwazin ku bikevin nav fikarê 'gelo dê bikare vegere', em dixwazin ku mafên bingehîn jî bêyî ku bên paşxistin, di wexteke berfireh de bên belavkirin, bi verastkirinên qanûnî bên qebûlkirin û ev pirsgirêk bi rêyên aştiyane û qenalên siyasî bên çareserkirin. Daxwaza gelê kurd a herî bingehîn ew e ku ev pirsgirêk di nav aramî, ewlehî û aştiyê de bê çareserkirin, mafên bingehîn bên dayîn û azadî bên berfirehkirin."