Önder Beyter
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
ROMA
Wezîrê Karên Derva yê Îtalyayê Angelino Alfano der heqê rageşiya li Herêma Xweser a Katalonyayê ya li rojhilatê Spanyayê da got ku biryara ragihandina serxwebûna yekalî ji bo Îtalyayê nayê qebûlkirin.
Alfano di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî ya Wezareta Karên Derva da der heqê rawestandina biryara ragihandina serxwebûna Katalonyayê da daxuyanî da.
Alfano bal kişand ser daxuyaniya Serokê Hikûmeta Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont a rawestandina pêvajoya ragihandina serxwebûnê û wiha got:
"Me di van hefteyên vê axiriyê da gelek carî bangî Katalonyayê kir ku ligel Spanyayê li ser esasê destûrê û li ser bingeha yekîtiya xaka welat dest bi diyalogê bike. Biryara ragihandina serxwebûna yekalî ji bo Îtalyayê nayê qebûlkirin û em naxwazin rageşî gurtir bibe. Me bawerî bi hikûmeta Spanyayê heye ku wê pergal û meşrûiyeta destûrê biparêze û rêzê nîşanî mafê hemû hemwelatiyên xwe bide."