Sevim Hatun
20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Divê penaber jiyaneke birûmet bijîn, ev jî berpirsiyariya siyasî û ehlaqî ya sereke ya civaka navneteweyî ye. Bereqsê vê alîkariya ku Tirkiye û çend welatên din ku dikin wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan têrê neke."
Erdogan bi minasebeta "Li Dinyayê Roja Penaberan" peyamek weşand. Erdogan di peyamê da bal kişand ser însanên ji ber şerên navxweyî, afatan mecbûr man ku welatê xwe biterikînin û got ku sal bi sal hejmara vana zêde dibe.
Erdogan di peyama xwe da cih da van agahiyan:
"Şert û mercên ne însanî yên li Sûriye, Iraq, Yemen, Efxanistan, Libyayê; şerê welatan ên ji bo berjewendiyan; dijminiya biyaniyan û cudakarî...bi hezaran însan ji ber vê yekê zirarê dibînin, li bi hezaran însanî zilm tê kirin. Bi milyonan însan ji ber polîtîkayên hin welatan mecbûr dimînin ku ji cih warên xwe koç bikin. Herwiha ev welat rojeke alîkariyê jî nadin van penaberên ku ji ber tevgerên wan ji welatê xwe dibin. Ji bo penaberan divê jiyaneke bi rûmet. Ev jî berpirsiyariya siyasî û ehlaqî ya sereke ya civaka navneteweyî ye. Bereqsê vê alîkariya ku Tirkiye û çend welatên din ku dikin wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan têrê meke. Tirkiye ji zêdetirê 3 milyon penaberî ra mazûvaniyê dike. Hêviya min ew e ku Roja Penaberan, berpirsiyariya wicadanî ya civaka navneteweyî bîne bîrê."