NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mun destnîşan kir pevçûnên li kampa Yermukê ya ku nêzî Şamê ye û penaberên ji Filistinê tê da dimînin, dibe ku veguhere qetlîamekê û wiha got: "18 hezar penaberên filistînî ku du sal di bin dorpêçkirneke dijwar da man, niha jî di bin dorpêçkirina DAEŞ û milîtanên radîkal da ne. Kampa Yermukê êdî dişibe kampa mirinê."
Ban li NYê daxuyanî da rojnamevanan û bal kişand ser penaberên filistînî yên ku li kampa Yermukê dimînin.
Ban destnîşan kir ku 5 hezar û 500 zarok û sivîlên ku li kampa Yermukê dimînîn wek mertalên zindî tên emilandin û wiha axivî: "Di kampê da ji xeynî komên çekdar hêzên hikûmetê jî hene. Rewşa li Yermukê şerekî dijwar e û sûcê şer e. Divê ji yên ku dibin sedema pevçûnan hesab bê pirsîn."
Ban diyar kir ku rewşa li welêt her ku diçe dijwartir û xirabtir dibe û wiha got: "Pevçûnên li kampa Yermukê ya ku nêzî Şamê ye û penaberên ji Filistinê tê da dimînin dibe ku veguhere qetlîamekê. 18 hezar penaberên filistînî ku du sal di bin dorpêçkirneke dijwar da man, niha jî di bin dorpêçkirina DAEŞ û milîtanên radîkal da ne. Kampa Yermukê êdî dişibe kampa mirinê."