Elif Irmak
28 Nîsan 2020•Rojanekirin: 29 Nîsan 2020
Konseya Bilind a Dewletê ya Libyayê ya girêdayî Hikûmeta Mutebaqata Neteweyî (HMN) ya ku li ba Neteweyên Yekbûyî (NY) meşrû ye ji ber ku Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên xeyrîmeşrû yên li rojhilatê welêt xwe bi awayekî yekalî serokê dewletê îlan kir bangî NYyê kir ku nûnertiya taybet a Libyayê teşebûsê red bike.
Konseya Bilind a Dewleta Libyayê ya merciyê şêwrê yê HMNyê ye daxuyaniyeke nivîskî da û axaftina Xelîfe Hefter ya duh ya di televîzyonê da ku îdia kir Peymana Suheyratê ya ku NY garantor e êdî li dar nîne û birêvebiriya welêt bi dest xistiye rexne kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Ev teşebûsa derbeyê ya Hefterê sûcdarê şer ya dijî pêvajoya demokratîk a cara ewil nîne. Bereksê wê teşebûsa derbeyê ya dawî ye ku ji bo bincilkirina têkçûnên xwe hewl da."
Konseyê piştî ku ev teşebûsa derbeyê cardin derker holê bangî piştgirên Hefter kir ku "ji bo înşaya welatekî demokratîk û sivîl bila bi qismê din ê welêt ra tevbigerin."
Konseyê ji NYyê xwest ku "berpirsyariyên exlaqî û siyasî yên li ber gel bi cî bîne û bila Nûnertiya Taybet a Libyayê ya NYyê vê pêngava Hefterê sûcdarê şer red bike."
Konseya Bilind a Dewleta Libyayê bangî Meclisa Nûnera a navenda wê Tobruk e û alîgirê Hefter e kir ku "diyolegeke siyasî bidin destpêkirin, projeyeke teşebûsa derbeyê ya dijî meşrûiyetê ji holê rakin û nîşan bidin ku ji bo birêvebiriya Libyayê ji bilî hilbijartinê rêyeke din tune."