Önder Beyter
25 Sibat 2019•Rojanekirin: 26 Sibat 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Koreya Bakur heger dest ji çekên nukleerê bikişîne, dikare bibe yek ji hêzên mezin ên aboriyê ên dinyayê.
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir ku "ew potansiyela Koreya Bakur heye ku ji welatekî din zûtir mezin bibe" û qala zîrweya ku dê li Vîetnamê ligel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bike kir.
Trump wiha got, "Daxwaza me herduyan jî ew e ku pêşvaçûna di zîrweya li Sîngapurê da bidome. Serok Kim ji her kesekî çêtir beled e ku bêyî çekên nukleerê welatê wî dikare bibe yek ji hêzên mezin ên aboriyê. Bi xêra meqamê wî, gelê wî û wî bi xwe, ew potansiyela wan heye ku ji welatekî din zûtir mezin bibe."
Donald Trump di çalakiyeke ligel waliyan da jî destnîşan kir ku wî ligel Kim "peywendiyeke xweşik" ava kiriye û herwiha di mijara safîkirina çekên nukleerê li Koreya Bakur da eceleya wî tuneye.
Di vê navberê da hat ragihandin, li Vîetnamê ku Trump û Kim dê 27-28ê sibatê bicivin, tedbîrên ewlekariyê dê di asta herî jor da bên wergirtin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Vîetnamê Le Hoai Trung di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku tedbîrên ewlekariyê dê di asta herî jor da bên wergirtin.
Trump û Kim di 12ê Hezîrana 2018an da li Sîngapurê di zîrweya dîrokî da hatibûn cem hev û peymaneke berfireh îmze kiribû.
Vêca herdu lîder dê di zîrweya ku dê 27-28ê sibatê li Vîetnamê bê lidarxistin da werin cem hev.