Li Washîngtona paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), çûyîna ceyranê bu sedema nîqaşa binesaziya welêt. Hat ragihandin ku her çiqas DYA dewleteke pêşketî be jî di meseleya binesaziyê de paşve maye.
DYA di nav welatên pêşketî de ji yên sereke yek e, lê di meseleya binesaziyê de paşve maye; lewra xetên wê yên ceyranê kevin in, pireyên wê zincarî bûne, rê û binesaziya welêt jî her ku diçe tep dibe.
Li Washîngtona paytexta DYAyê çûyîna ceyranê ji bo şêniyên wê derê tiştekî asayî ye, lewra piştî her bahozê ceyrana hin herêmên bajêr diçe. Li hin deveran piştî çend saetan û li hin deveran jî piştî çend rojan ceyran tê.
Lê çûyîna ceyranê ya duh qewimî, ji ber li herêma ku Wezareta Karên Derve ya DYAyê, Kongreya DYAyê û Qesra Spî jî lê ne pêk hat, paytextiyan şaş û metel kir. Ev çûyîn êrîşa ku di 11 Îlonê de hatibû kirin bibîrxist û xelk wisa fikirî ku wê êrîşeke terorî ya nû bê kirin. Ji ber ku jeneratorên saziyan zû xebitîn, ev tirs pûç bû, lê dîsa jî hin kargeh û muze bi hinceta ewlehiyê hatin valakirin. Derket holê ku ji ber pirsgirêkeke di santrala ceyranê ya li Marylandê ye ceyran çû û piştî çend saetan jî her tişt berkemal bû.
Li welêt ceyran ji ber ku xet û santral kevn in û nûkirina wan tê îhmalkirin diçe.
DYA di nav welatên pêşketî de ji yên sereke yek e, lê li her herêma wê paşvemayîna binesaziya wê, xetên ceyranê yên kevn, pireyên zincarî, rê û binesaziyên tep bûne balê dikşînin.
- Halê binesaziya DYAyê
Odeya Endazyarên Înşeatê ya Amerîkayê (ASCE) ji 4 salan carekê rapora bi sernava "Karneyê Binesaziya DYAyê" amade dike. DYA ji notên ku ji Ayê dest pê dike û heta Fyê dewam dike de nota "D+" yê hilda.
Li gor raporê şebekeya ceyranê ya ku di 1880yî de hatiye avakirin, ji ber xerabûn û kêmasiyan ji zû ve hewar dike. Bi taybetî jî di salên dawîn de temîr û nûkirina şebekeyên kevn tê îhmalkirin û ev yek jî dibe sedema çûyîna ceyranê. Di sala 2007an de 76 caran ceyran çû û ev hejmar di sala 2012an de derket 2 hezar û 800î. Çûyîna ceyranê ya herî mezin a di 15 salên dawîn de bi 4 caran ve li DYAyê qewimî.
- Binesaziya gihandinê
Li DYAyê ji bilî ceyranê pirsgirêk di hêla gihandin û binesaziya wê de jî heye.
Li gor rapora ASCEyê li seranserê welêt ji 600 hezarî zêdetir pire hene û piraniya wan ev 42 sal in ku hatine çêkirin û ji sedî 10î zêdetir jî bi qusûr in. Di 15 salên dawîn de li DYAyê 17 pire tep bûn û ji 40î zêdetir welatiyên amerîkayî tê de mirin.
Lazim e ku Îdareya Rêyên Federal a DYAyê (FHA) ji bo temîr û nûkirina rê û pireyan salê 20 milyar dolor xerc bike, lê pereyê ku jê re tê cihêkirin ji 13 milyar jî tuneye. Li welêt rewşa rê û rêyên hesin her ku diçe xerabtir dibe.
- Şebekeyên avê wê neyên bikaranîn
Di raporê de bal kişandin ser emrê 84 hezar bendavan û hat ragihandin ku piraniya wan ji 50î salî zêdetir e ku hatine avakirin û di nav wan de rewşa 14 hezar bendavan qet baş nîne.