Nihat Kavşut,Fatih Gazioğlu,Haydar Şahin
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
BOGOTA
Ajansa Anadoluyê (AA) bi merasima li Bogotaya paytextê Kolombiyayê bi beşdariya Pattî Londono Jaramilloya Alîkara Wezîrê Karên Derva yê Kolombiyayê hat kirin da servîsa xwe ya bi zimanê îspanyolî vekir û hejmara zimanên xwe yên weşanê derxist 13an.
Merasim li Bogotayê li otêlekê hat kirin û ji xeynî Londonoyê Engîn Yururê Balyozê Bogotayê yê Tirkiyeyê, Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mutanoglu, Ramil Farzaliyevê Balyozê Bogotayê yê Azerbaycanê, Rauf Malkiyê Balyozê Bogotayê yê Filistînê, Juan Guillermo Castro Benettiyê Dîrektorê Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Wezareta Karên Derva ya Kolombiyayê û gelek rayedar amade bûn.
Londonoyê destnîşan kir ji bona pêşxistina têkiliyên bi Tirkiyeyê ra zehf hewl didin û wiha got: "Herdu teref jî zehf dixwazin têkilî pêş bikevin. Ne tenê ji bona îspanyoliyeke herî baş li vir e, di heman demê da ji bona rojnamevanên me yên jêhatî hene û rojnamevaniyeke pêşketî heye divê hûn li vî welatî bin. Nûnerên Ajansa Anadoluyê biryareke baş dane. Ne tenê ji bona Kolombiyayê ji bona teqîbkirina hemû Amerîkaya Latîn û Îspanyayê jî biryara we di cî da ye.

Londonoyê got ku ew ji ber tercîha Ajansa Anadoluyê ku weşana zimanê îspanyolî bikin gelekî kêfxweş bûn.
Balyozê Tirkiyeyê yê Bogotayê Engîn Yurur jî got ku Ajansa Anadoluyê ajanseke bitecrube û kevin e. Yurur got ku AA di xebatên xwe de teknolojiya herî dawîn bi kar tîne û wiha dewaam kir:
"Ez bawer im AA wê li Kolombiyayê jî xebatên gelekî baş bike. Birêz Mutanoglu ez ji ber vê biryarê we pîroz dikim û ji bo keda we jî spas dikin."
Arîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê Metîn Mutanoglu jî got ku devoka îspanyolî ya herî zelal li vê derê tê axaftin û ji bo vê derê ev biryar dane.
Mutanoglu diyar kir ku li çar aliyên dinyayê xebatên xwe didomînin, hedefa wan ew e ku bi weşana îspanyolî va bigihêjin 600 milyon merivî û di heman demê da dengê însanên Anadoluyê jî bigihînin vê herêmê.
Mutanoglu got, "Ji bo nirxên wek rastî, bêterefî, demokrasî û aştiyê zehf girîng in. Em dixwazin ku peyamên xwe yên hezkirin û aştiyê bigihînin hemû mirovahiyê."

Mutanoglu bal kişand ku Ajansa Anadoluyê merivan hildide navenda polîtkaya weşana xwe, AAyê wek hemû ciyên ku lê dixebite li Kolombiyayê û Amerîkaya Latîn jî giraniyê bide ser vê mijarê.
Mutanoglu got ji bo weşana îspanyolî di tercihkirina Kolombiyayê da tesîra xebatên TÎKAyê, Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) hene û ji aliyekî va jî Kolombiya li herêmê pêş dikeve.
Di merasimê da pêşkêşiya ku tê da qala xebatên servîsa îspanyolî ya AAyê dikin hat kirin, Dîrektorê Karên Îdarî û Çavkaniya Mirovan a AAyê Mucahît Muhammed Soykan û Edîtorê Xeberên Farsî Hîkmet Gok û endamên çapemeniya ku li vî welatî jî tevlî merasimê bûn.