Türkan Tosun
12 Tebax 2018•Rojanekirin: 13 Tebax 2018
ÎDLIB
Li Sermadaya navçeya Îdliba Sûriyeyê di teqînê de li gor agahiyên ewil 32 kes mirin û 45 kes birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîl a Îdlibê (Kum Spî) Mistefa Hac Yusif daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û got: "Li navçeya Sermadayê li hewşa berê ya deriyê sînor ê Babulê li herêma kesên ji Humsa bakur hatine koçkirin lê dijîn, serê sibê di dora 4an de teqînên mezin çêbûn."
Hac Yusif wiha dewam kir: "Di teqînê de avahiyeke 6 qatî ya ku tê de kesên ji Humsê hatine tehcîrkirin dijiyan hilweşiya, 32 kes mirin û 45 kes birîndar bûn. 13 kes ji bin enkazê hatin xilaskirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyan û gelek wesayîtan jî zirar dît."
Tîmên Parastina Sivîl xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.
Rayedar sedema teqînê lêkolîn dikin.