ekip
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
ÎDLIB
Li Îdliba Sûriyeyê li herêma ku wê Artêşa Tirkiyeyê li gor peymana Astanayê herinê, gel hêvî dike ku piştî çûna eskerên Tirkiyeyê jiyana wan di nav ewlehiyê de derbas bibe.
Gelê ku li Daret Îzzeya navçeya Helebê dijîn der barê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de axivîn.
Mihemed Ebbasê (45) Midûrê Nexweşxaneya Kînanê got beriya ku Artêşa Tirkiyeyê ku bikeve herêma wan hemû amadehî hatine kirin û wiha axivî: "Herêma me cihekî cuda ye. Li aliyekî PKK, li aliyê din hêzên rejimê hene. Rejim her tim êrişî me dike. Heke Artêşa Tirkiyeyê were, êriş wê bidawî bibin."
Egît Reşîdê 18 salî jî got heke eskerê Tirkiyeyê bikeve Îdlibê êrişên rejimê û pirsgirêkên ewlehiyê wê bidawî bibin.
Reşîd got daxwaza wan ew e ku balafir li ser serê wan tunebin û wiha dewam kir: "Wek hûn jî dibînin mirin û xirabî heye, em vê naxwazin. Heke Artêşa Tirkiyeyê nekeve Îdlibê pevçûn û mirin wê dewam bikin."
- "Jiyan wê normalîze bibe"
Cemal Derwîşê 48 salî jî got ku bi saya hatina leşkerên Tirkiyeyê wê jiyan jî normalîze bibe û wiha axivî:
"Nexweşxane, dibistanên wê wezîfeyên xwe baştir bikin. Bi saya artêşa tirkan li Îdlîbê jiyana me wê sedî 180 biguhere. Wê jiyana me normalîze bibe."
Ebbud Huluyê 21 salî jî wiha axivî:
"Bi hatine leşkerên Tirkiyeyê hemû tişt wê baştir bibin. Mirov wê rehettir birazin. Êdî êriş çênabin. Xurek û tiştên xwarinê, perwerde, dibistan hemû wê hebin. Eger artêşa tirkan neyê vê derê, wê çaxê balafirên rejimê wê dîsa êrişên bibombe bikin, pevçûn wê dewam bikin. Çavê PKKê jî li ser çiyayê Şex Bereket e. Ev çiya hemû Îdlîbê dîbine. Em naxwazin PKK bikeve van deran."
- Rê li ber tevlîbûna PKKê ya Îdlibê wê bê girtin
Karmend Yehya Luleyê 49 salî got: "Bi întiqala Artêşa Tirkiyeyê va guherîn bi tenê wê li Îdlibê nebe. Li hemû deverên artêşa tirk întiqal bike, dê jiyan ji nû va dest pê bike. Hemû qad wê şen bibin û xizmetên di qada tenduristî û perwerdehiyê da wê çêtir û baştir bibin. Emê şa bibin. Ev 7 sal in li ser me êrişên esmanî tên kirin. Bi întiqala Artêşa Tirkiyeyê înşellah milet dê vegere ser mal û milkên xwe. Aştî û ewlehî bi cih bibe. Hêviya me ji Xwedê ew e ku Artêşa Tirkiyeyê bigihîje Îdlibê û xelqê xilas bike."
Lule bal kişand ser hêviyên PKK/PYDê yên li ser Îdlibê û wiha pê da çû:
"Nexşeya Kurdistanê ya PYDê heta Behra Spî diçe. Ji bo bicihanîna vê armancê yek Çiyayê Bereketê û dudo jî Daret Îzzeyê dixwaze hilde bin kontrola xwe. Bi hildana vî çiyayî va bajarê Îdlibê tevlî çolterê wê bikeve bin kontrola PKKê. Bi hatina Artêşa Tirkiyeyê va wê rê li ber belavbûna PKKê ya li Îdlibê bê girtin. Ev bi piştgiriya ku ji Îsraîl û Emrîkayê hildan va ji me xurttir bûn. Li deverên di bin kontrola wan da ye tu zilm û îşkenceya nemaye kirine."
Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya peymana Astanayê da ji bo agirbesta li Sûriyeyê ku Îran û Rûsya jî garantor in, wê întiqalî herêma bêpevçûn a Îdlibê bike.