İbrahim Atmaca
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2019
Li bajarê Kongê yê eyaleta Hurmuzganê ku dikeve başûrê Îranê, bi lerza 4,9ê erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn, navenda erdhejê Konga bajarê eyaleta Hurmuzganê ye û li gor saeta herêmî erd di 03.29an da hejiya û 13 kîlomêtre di binê erdê da çêbûye.
Hê daxuyanî nehatiye dayîn bê ka di erdhejê da tiştek bi kesî hatiye an jî zirar gihîştiye mal û milk an na.