Fatih Gazioğlu
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
İSTANBUL (AA) - Hat ragihandin ku li Tehrana paytexta Îranê di encama pevçûnên di navbera hêzên ewlehî û endamên tarîkata Gonabadiyê derketin de 3 polês birîndar bûn.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan Tesnîmê, duh evarê li Tehrana paytextê Îranê di bûyerên navbera endamên terîqeta Gonabadiyê derketin de, çalakvanekî wesayît ber bir polêsan va ajot. Di bûyerê de 3 polês birîndar bûn.
Ji aliyê din ve, Berdevkê Teşkîlata Polêsan ya Îranê (NACA) Seîd Muntezarulmehdî daxuyaniyek da û got ku ji destpêka bûyeran heta niha ji 60î zêdetir endamên terîqetê hatine binçavkirin.
Li Tehrana paytextê Îranê ji ber îdiayên Nûr Elî Tabendeyê pêşengê terîqeta Gonabadiyê hatiye binçavkirin û ji bona bertekê nîşanî binçavkirina Nîmetullah Reyahiyê endamê terîqetê nîşan bidin ber êvarê di navbera polês û endamên terîqetê da pevçûn derketibû. Çalakvanekî otobês ajotibû ser polêsan û milîsekî dildar û 3 polês hatibûn kuştin. Çalakvan piştî bûyerê hatibû binçavkirin.
Terîqeta Gonabadiyê ku wekî Silsileya Nîmetullahî jî tê pênasekirin di sedsala 8an ya hicrî da ji hêla Seyyîd Şah Nîmetullahî Welî va hatiye avakirin û terîqeteke şiî ye.