Elif Orhan
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Li Tehrana paytextê Îranê ji ber ku qirêjahiya hewayê gelekî zêde bûye dibistanên seretayî û navîn sibê hatin tetîlkirin.
Li gor nûçeya ISNAya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî Midûrê Hawirdorê yê Tehranê Kiyûmers Kelanterî îlan kir ji ber ku qirêjahiya hewayê gelekî zêde ye sibê dibistan û dibistanên navîn rojek hatin tetîlkirin.
Li paytextê duh jî dibistan hatibûn tetîlkirin.
Pozîsyona bajêr a ku ne li gor sîrkulasyona hewayê ye û zêdebûna nifûsê û digel vê wesayîtên ku modelên wan kevin in û egzoza ku ji motosîkletan derdikeve di nav sedemên ku li Tehranê qirêjahiya hewayê zêde dikin de tên nîşandan.
Tehran di nav 5 bajêrên ewil ên ku di rêza qirêjahiya hewayê ya tevahiya dinyayê de cî digirin de cî digire û ji ber vê yekê jî li Tehranê dibistan gelek caran tên tetîlkirin.