18 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
DIYARBEKIR
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê ji bo 3 taxan qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li gor agahiyên hatin hildan ji bo girtina çalên ku ji hêla endamên PKKya rêxistina terorê ve hatine vekirin û parastina ewlehiya can û malê welatiyan anegorî pêwîstiya Qanûna Îdareya Bajêr ji saet 12.00an pê ve heta emrekî duyemîn li taxên Tekel, Mescît û Konak a Sîlvanê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Qedexeya derketina derve ji wesayîtên polêsan ve bi anonsan hat îlankirin.