İbrahim Atmaca
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
DEWHA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser girîngiya wezîfeya eskerên Tirkiyeyê li Qeterê got: "Ji qehremanên me yên li Qeterê hêviya me ew e ku; dema ku hûn bi çek û dilê xwe wezîfeya xwe ya leşkerî dikin, divê hûn bi helwest, hezkirin û rêzgirtina xwe va jî dilê gelê Qeterê bikirin."
Erdogan di çarçoveya ziyareta xwe ya fermî a li Dewhayê da Fermandariya Ûnsûrên Bejahî ya Artêşa Tirkiyeyê ya li Qeterê ziyaret kir.
Erdogan li fermandariyê xîtabî personelên wezîfedar kir û wiha got: "Min silava welatê xwe, 80 milyon welatiyên xwe ji we ra anî. Silav, hezkirin, duayê her ferdekî milletê tirk bi we ra ye."
Serokomar Erdogan got, "Ji bo leşkerê tirk Qeter xerîbî nîne"
Erdogan wiha dewam kir:
"Ji mîrateya cedê me ji me ra ma ye ku em di demên dijwar da ligel bira û dostên xwe bin. Bedela wê çi be jî me di dîrokê da ev piştgirî daye. Ji 2015an vir va yekîneyên me li Qeterê ne. Piştî krîza herî dawîn me hejmara yekîneyan sê qat zêde kir û biryardariya xwe nîşan da. Ev der erdnîgariya dilê me ye û hûn bi vê mîsyonê va li vê derê wezîfeyê dikin.
Ji qehremanên me yên li Qeterê hêviya me ew e ku; dema ku hûn bi çek û dilê xwe wezîfeya xwe ya leşkerî dikin, divê hûn bi helwest, hezkirin û rêzgirtina xwe va jî dilê gelê Qeterê bikirin. Dema ku leşkerê me wezîfeya xwe dike exlaqê xwe, wijdana xwe û tirsa Xwedê nade alîkî. Ferqa leşkerê me ev e."