Dildar Baykan Atalay
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 01 Îlon 2023
Li Johannesburga bajarê herî mezin ê Afrîkaya Başûr li avahiyeke bilind şewat derket, li gor agahiyên ewil 73 kes mirin û 52 kes jî birîndar bûn.
Robert Mulaudziyê Berdevkê Servîsa Rêveberiya Rewşa Acîl a Johannesburgê daxuyanî da rojnamegeran û got ku bi saeta herêmî dora 01.30yî agir bi avahiyeke bilind ket.
Mulaudzî li ser Xa platforma medyaya civakî der barê rewşa dawîn da destnîşan kir ku sedema şewatê hê jî ne diyar e û got ku gorî rewşa dawîn 73 kes mirine û 52 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku avahiya agir pê ketiye "di qeydan da vala xuya dike" û tê gotin ku kesên bi dereqanûnî hatine welêt li wê avahiyê dijîn.
Li ciyê bûyerê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin.