Dilara Karataş
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 01 Îlon 2023
Amerîkayê ragihand, ew ji ber derbeya eskerî ya li Gabonê pir bi fikar in.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Matthew Miller di daxuyaniya xwe da wiha got, "Em bi awayekî tund dijî wê yekê derdikevin ku artêşê dest danî ser rêveberiyê yan jî rêveberiyê bi awayekî dijî destûrê dest guherand."
Miller bang kir ku peywirdarên hikûmetê yên li Gabonê bên berdan, ji bo encamên hilbijartinê rêz were nîşandan û fikar bi rêya diyalogê bên çareserkirin.
Miller her wisa destnîşan kir ku ew ji ber derbeya eskerî ya li Gabonê pir bi fikar in.
- Eskeran dest danî ser rêveberiyê
Li Gabona ku li naverasta Afrîkayê welatek e duh komeke ji eskeran ketibûn avahiya têlevîzyona neteweyî û ragihandibûn ku wan dest danî ser rêveberiyê.
Rêveberiya eskerî ya bi navê Komîteya Destguhertin û Restorasyona Saziyan (CTRI) eşkere kiribû, hilbijartinên di 26ê Tebaxê da hatibûn kirin hatin betalkirin û sînorên welêt hatin girtin.
Her wisa hatibû ragihan, Fermandarê Pasevanên Komarê General Brice Oligui Nguema wekî serokê CTRIyê hat neqandin.
Serokomarê mewcûd Ali Bongo Ondimba di hilbijartinên ku di 26ê Tebaxê da ji bo cara sêyem hatibû hilbijartin.
Li welêt ber bi dawiya dengdayinê da bi hinceta "tundî" tê kirin, qedexeya derketina derva hatibû ragihandin û piştî bidawîbûna dengdayînê, dema deng dihatin cudakirin înternet hatibû rawestandin.
Omar Bongoyê bav cara ewil di 1967an da wekî serokomar hatibû hilbijartin, di 2009an da gava miribû jî kurê wî Ali Bongo xwe di paldankê da edilandibû.
Ev 56 sal bû ku malbata Bongo, Gabon bi rê va dibir.