Türkan Tosun
12 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin bû 38 hezar û 168.
Li gor malpera înternetê ya "Worldmeter" a ku der barê vîrusa koronayê da ji welat û herêman agahiyên rojane berhev dike di 24 saetên dawîn da li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 8 hezar û 975 zêde bû gihîşt milyonek û 587 hezar û 274 kesî.
Hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin jî 208 zêde bû û gihîşt 38 hezar û 168an.
Heta îro herî zêde li Afrîkaya Başûr mirov mirin. Li Afrîkaya Başûr 17 hezar û 780 kes, li Misirê 6 hezar û 52 kes, li Cezayîrê 2 hezar û 605 kes mirin.
Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelan û Erîtreyê jî heta niha kes nemiriye.
Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan 692 hezar û 471, li Misirê 152 hezar û 404, li Fasê 104 hezar û 516 ye.
Li Afrîkayê milyonek û 311 hezar û 335 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûn.