Nihat Kavşut,Fatih Gazioğlu,Haydar Şahin,Abdullah Tel
30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2017
KARS
Bambara Arjuva Yives û Hamidou Coulibalyê gogbazên ji Afrîkayê ku li Qersê di Sarîqamîş Gençlerbîrlîgîspora tîma Lîga Amatorên Mezin da dilîzin her çiqas ji welatên germ hatibin jî di serma û seqemê da ji bona serkeftina tîma xwe hewl didin.
Gogbazên tîma Sarîqamîş Gençlerbîrlîgîsporê ya îsal hat avakirin ji bona derkeve Lîga Amatoran ya Herêmê di Lîga Amatorên Mezin da serkeftî ye li Sarîqamîşa 2 hezar û 200 mêtro bilind e li qadên serma û seqem û cemed heye antremanên xwe berdewam dikin.

Bambara Arjuva Yivesê welatiyê Peravên Diranê Fîl û Hamidou Coulibalyê ji Maliyê ku destpêka sezonê hatin tîmê her çiqas ji welatên germ hatibin jî di serma û seqemê da ji bona serkeftina tîma xwe hewl didin û hînî hewaya herêmê dibin.
Yîves û Coulîbaly, 25 pîle di bin sifirê hewayê sar de şev û roj bona sekeftina tîma xwe dixebitin.

Serokê Kuluba Gençlerbîrligîspora Sarîqamîşê Yavuz Çelîk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku şert û mercên hewayê Sarîqamîşê li gor herêmên din zehmettir e. Çelîk got ku taybetî zivistanê wekî berf dibare ew bi fedekariyeke mezin xebatên xwe didomînin û wiha axivî: "Berf dibarê, serma zêde ye lê em dîsa jî bi gogbazên xwe re di rewşeke baş de ne û em kêfxweş in. Me 8 pêşbirkên ku komê de leyîstin qezenc kirin û em niha di asteke baş da ne."

- Di binê sifirê da 25 pile
Serok Çelîk îmkanên madî tunin, tesîs kêm in gogbaz di van şert û mercên zor da antrenmanê dikin û armanca wan ew e ku di lîga amator da bi ser bikevin û wiha pê da çû:
"Li Sarîqamîşê germahiya hewayê di binê sifirê da 25 pile ye lê belê em antrenmanên xwe didomînin. Hedefa me ew e ku bi îzna Xwedê di lîga xwe da bibin şampiyon û derkevin Lîga Amator a Herêmê, paşê jî derkevin Lîga 3yan û bibin profesyonel. Yives û Coulibalyê gogbazên me ji Afrîkaya germ hatin Sarîqamîşa sar, zehf tengasî kişandin. Hê jî ji bo ku xwe germ bikin hewl didin. Nika ji bo transferê teklîf tên pêşiya wan. Hewaya Sarîqamîşê sar e lêbelê însanên wê xungerm in û ew jî naxwazin ji vê derê herin. Lêbelê ji bo ku em wan li vê derê bigrin jî îmkanên madî lazim in."
- "Hewa sar e lê mirovên vir xwîngerm in"
Bambara Arjuva Yives got ku ew heta hînî hewaya sar a vê derê bûn piçek zehmetî kişandin û wiha dewam kir: "Li Sarîqamîşê hewa sar e lê mirêvên vir xwîngerm in. Ji ber vê jî em dixwazin ev tîm bibe şampiyon. Li vê derê gog lîstin piçek zehmet e hewa sar e lê tiştekî em bikin tuneye."
Hamidou Coulibaly jî diyar kir ku ew ji xelqê Sarîqamîşê hez dike û ji bo hînî hewaya herêmê bibin hewl dide.
Qaptanê tîmê Ayhan Usta jî got: "Em niha li devera ji cihên herî sar a herêmê ye ne, bi rastî jî li vir lîstin gelekî zehmet e. Şert û mercên me eşkere ne. Hedefa me şampiyonî ye û niha jî rewşa me baş e."