Haydar Şahin
24 Hezîran 2020•Rojanekirin: 24 Hezîran 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-29) mirin derket 327 hezar û 464an.
Li gor "Worldometer"a malpera welat welat daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li parzemînê di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 143 hesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete 327 hezar û 464 kesan.
Hejmara jesên ji nexweşiyê mirin jî di saetên dawîn da 282 zêde û derkete 8 hezar û 653yan.
Ji ber Kovîd-19ê li Misrê 2 hezar û 365, li Afrîkaya Başûr 2 hezar û 102, li Cezayirê 861, li Sûdanê 548, li Nîjeryayê 533, li Kamerûnê 313 kes mirin.
Li welatan hejmara waqieyan jî wiha ye:
Afrîkaya Başûr (106 hezar û 108), Misir (58 hezar û 141), Nîjerya (21 hezar û 371), Gana (14 hezar û 568), Kamerûn (12 hezar û 270), Cezayir (12 hezar û 76) û Fas (10 hezar û 344)
Li Afrîkayê hejmara kesên rind bûn û gihîştin siheta xwe jî derkete 157 hezarî
Li Seyşelan waqieyên Kovîd-19ê neman. Ji Erître, Uganda, Namîbya û Lesothoyê mirî hatin diyarkirin.