Haydar Şahin
23 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 2 milyon û 560 hezarî derbas bû.
Li gor agahiyên "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li tevahiyê parzemînê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin 19 hezar 946 zêde bû û derkete 2 milyon û 560 hezar û 363yan.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 518 zêde bû û derkete 60 hezar û 153yan.
Li Afrîkaya Başûr 25 hezar û 246 kes, li Misrê 7 hezar û 167 kes, li Fasê 7 hezar û 30 kes ji ber vîrusê mirin.
Ji Seyşel û Erîtreyê û mirin nehat raporkirin.
Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 940 hezar û 212an, li Fasê derket 420 hezar û 648an, li Misrê derket 127 hezar û 61î.
Li Afrîkayê 2 milyon û 153 hezar û 633 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.