Haydar Şahin
19 Îlon 2020•Rojanekirin: 20 Îlon 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd 19) ketin bû milyonek û 397 hezar û 246an.
Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da 8 hezar û 236 kesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete milyonek û 397 hezar û 246 kesan.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 174 zêde bû û derkete 33 hezar û 677yan.
Hetanî nika herî zêde li Afrîkaya Başûr meriv ji ber vîrusê mirin, li Afrîkaya Başûr 15 hezar û 857 kes, li Misrê 5 hezar û 733 kes, li Cezayirê 1755 kes mirin.
Li Morîtyusê nexweşên bi vîrusê ketine tunin, li Seyşel û Ertîreyê jî hetanî nika kes ji ber vîrusê nemir.
Li Afrîkaya Başûr 657 hezar û 627 kes, li Misrê 101 hezar û 772 kes, li Fasê 97 hezar û 264 kes bi vîrusê ketin.
Li Afrîkayê milyonek û 145 hezar û 275 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.