Türkan Tosun
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Li Afrîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji milyonek û 536 hezarî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên rojane yên der barê Kovîd-19ê ya li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê hejmara kesên bi vîrusê ketine derket milyonek û 536 hezar û 806an.
Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin derket 36 hezar û 928an.
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara miriyan derket 17 hezar û 103yan, dû vî welatî bi 6 hezar û kesekî va Misir, bi 2 hezar û 410an va jî Fas tê.
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan derket 683 hezar û 242yan, dû vî welatî bi 137 hezar û 248 pêketiyan va Fas, bi 103 hezar û 902 pêketiyan va jî Misir tê.
Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelan û Erîtreyê jî heta niha kes nemiriye.
Li Afrîkayê milyonek û 275 hezar û 86 kes jî baş bûn.